Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de û nîqaşkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê serdana Bexdayê dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) diyar kir ku di wê civînê de, ku serokatiyên Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêkhatî yên hikûmeta federal tevlî wê dibin, çend pirsên girêdayî rewşa niha ya Iraqê û pêşveçûnên dawiyê yên deverê tên nîqaşkirin.

Dilşad Şehab bal kişand ser wê yekê jî ku di civînan de tekez li ser awayê hevahengî û harîkariya di navbera hemî aliyan de, ji bo parastina berjewendiyên Iraqê, derbazkirina astengiyan û xizmetkirina welatiyan, tê kirin.

Herwesa li gorî daxuyaniya Dilşad Şehab, di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî ji bilî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, dê çend hevdîtin û civînên din jî ligel berpirsên Bexdayê bike, ku pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê tewerekê sereke be.

Serokê Herêma Kurdistanê li roja 3ê Tebaxa 2026ê jî bi serdaneke fermî gihîşt Şamê û ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin, paşê jî her du aliyan pêşxistina peywendiyên dualî, avakirina aramiya deverê û destpêkirina pêngavên Sûriyeyê ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyeyê li Hewlêrê nîqaş kirin.