Omer Çelik: Proseya Aştiyê gihîşt qonaxa herî girîng

Omer Çelik
Omer Çelik

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Omer Çelik ragihand ku bidawîhatina çekdarî ya PKKê dê jîngeheke nû ya demokrasiyê li Tirkiyeyê biafirîne. Herwesa got: "Bi dûrxistina pirsên çekdarî ji rojeva welat, atmosfereka siyasî çê dibe ku demokrasiya me berfirehtir dike."

Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Omer Çelik îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) di çarçoveya pêşkêşkirina axaftinekê de amaje bi wê yekê kir ku pêşkêşkirina projeqanûnekê li parlementoyê di derheqa proseyê aştiyê de bi wateya gihîştina bi girîngtirîn qonaxa proseyê ye, ku ev heyama du salan e berdewam e.

Omer Çelik diyar jî kir ku bizaveka mezin pêxemetî pêkanîna jîngeheka aram hatiye kirin û got: "Îro rojeka dîrokî ye; em wekî welatiyên Tirkiyeyê pêngavên girîng ji bo bihêzkirina biratî, yekrêzî û tebayiya xwe diavêjin."

Navborî ron jî kir ku bi dûrxistina pirsa çekdarî ji rojeva welat, atmosferekî siyasî çêdibe ku demokrasiya wan firehtir dike da ku hemû pêkhatên Tirkiyeyê biveşêre. Herwesa ev prose wekî bersivdanekê ji bo wan aliyên derve pênase kir, ên ku dixwazin gelên deverê (Kurd, Tirk, Ereb, Sunî, Elevî û Şîe) par par bikin.

Berdevkê AK Partiyê ron jî kir ku gewherê Projeqanûna Çarçoveyê ji rêgirîkirina wê yekê pêk tê ku hêzên derve rêxistinên terorîstî wekî alav ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, û bizavek e ji bo avakirina paşerojekê ku tê de gelên deverê mil bi milê hev kar bikin.

Çelik tekez jî kir ku bidawîanîna rêxistina PKKê li Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û Ewropayê û radestkirina hemî çekên wan barê giran ê çekdarî li ser demokrasiyê radike û asoyeke nû ji bo pêşkeftina qada siyasî, aborî û civakî vedike.

“Projeqanûna Çarçoveyê" ji 12 madeyan pêk tê; armanca sereke ya wê projeyê veguhastina pirsa Kurdan ji qada hevrikiya çekdarî bo qada siyasî û qanûnî ye.

Îro piştî hejmareka civînên Serokê Parlementoya Tirkiyeyê ligel fraksiyonan, tekista projeqanûna girêdayî qonaxa nû ya çareserî û bêçekkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat belavkirin.

Li gorî tekista projeqanûna qanûnê diyarkirina bidawîanîna kiryarkî û bêçekkirina rêxistinê ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tê destnîşankirin û Encûmena Ewlehiya Nîştimanî jî piştrast dike.