Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê: Nabe Iraq bibe bingehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi beşdariya serokên payebilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de biryarên girîng li ser asayîş, aborî û pêşeroja çekên li derveyî kontrola dewletê hatin girtin.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê, Serokê Encûmena Nûneran, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê û serkirdeyên aliyên siyasî, civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî, aborî û bandora pêşhatên navçeyê li ser Iraqê hatin nirxandin.
Serokwezîrê Iraqê di civînê de bal kişand ser hewildanên hikûmetê yên ji bo bihêzkirina aramiya welat û baştirkirina xizmetguzariyan. Serokwezîr destnîşan kir ku cîbicîkirina bernameya wezarî û rûbirûbûna pirsgirêkên darayî di serê karên wan de ye û parastina berjewendiyên welatiyan wekî "xeta sor" pênase kir.
Yek ji xalên din ên civînê, mijara çekên li derveyî kontrola dewletê bû. Hevpeymaniyê piştgiriya xwe ji bo sînordarkirina çekan di destê saziyên fermî de nîşan da. Hat ragihandin ku piştî 30’ê Îlona 2026’an, bi her cure tevgereke çekdarî ya li derveyî çarçoveya dewletê, wekî "tawana terorê" dê serederî pê re were kirin.
Beşdarên civînê kesên ku asayîşa welat dixin metirsiyê wekî “derveyî qanûnê” bi nav kirin û tekez kirin ku li gorî destûrê, avakirina her rêxistineke çekdarî ya li derveyî hêzên fermî qedexe ye.
Di civînê de hat diyarkirin ku nabe xaka Iraqê wekî qadekê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn. Herwiha hat destnîşankirin ku Iraq naxwaze bibe parçek ji hevrikiyên herêmî yên ku xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê nakin.
Li ser asta aborî, di civînê de giranî hate dayîn ser misogerkirina berdewamiya projeyên xizmetguzariyê, zêdekirina rêyên hinardekirina petrolê, bihêzkirina dahatên ne-petrolî û têkoşîna li dijî qaçaxçîtî, gendelî û xercên bêserûber."
Hevpeymaniyê daxuyand ku Iraq amade ye di navbera aliyên nakok de rola navbeynkariyê bileyize, da ku aramiya navçeyê bê parastin. Herwiha tekezî li ser bihêzkirina asayîşa sînoran, rûbirûbûna hişbir û terorê û pêşxistina têkiliyên li ser bingeha "rêzgirtina li serweriya welat" hat kirin.
Di dawiya civînê de, daxwaz hat kirin ku pêvajoya temamkirina kabîneya hikûmetê bête lezandin û bernameya xebatê ji bo pesendkirinê, bo Encûmena Nûneran bê şandin.