Encûmena Asayişa Neteweyî ya Tirkiyeyê çekdanana PKKê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive. Di civînê de "pêvajoya çareseriyê" û plana bêçekkirina PKKê tên nirxandin.

Encûmena Asayişa Neteweyî ya Tirkiyeyê îro 6ê Tîrmehê dicive. Li gorî medya Tirkiyeyê, piştî ku projeyasaya "Çarçoveya Çareseriyê" pêşkêşî parlamenê hate kirin, Encûmena Asayişê wekî desthilata herî bilind a çavdêrî û piştrastkirina bêçekkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) erkdar bûye.

Ev civîn piştî wê yekê tê ku duh projeyasayek bi navê "Bihêzkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekrêziya Civakî" radestî Serokatiya Parlamenê hate kirin. Ev proje wekî pêngaveke kirdarî û qanûnî tê dîtin da ku zemîna dawîanîna bi şerê çekdarî bête amadekirin.

Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê piştî banga bêçekkirinê ya ku sala borî ji bo PKKê hatibû kirin, derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê çarçoveyê de, duh 5ê Tîrmehê bi îmzeya 360 parlamenteran, projeyasayeke 12 xalî pêşkêşî parlamenê hat kirin.

Ev projeyasa bi taybetî li ser rêkarên qanûnî yên bêçekkirinê û vegera wan çekdarên ku "destê wan di bûyerên xwînî de nîne" hatiye amadekirin.