Şandeke Herêmê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên giring serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser pirsa damezrandinê û pişka Herêmê di budceya sala 2027an de serdana Bexdayê dike. Armanc ji serdanê çareserkirina pirsa mûçeyê fermanberên navxwe û damezrandina yekemînên zanîngehan e.

Biryar e di nava vê mehê de şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser amadekirina reşnivîsa yasaya budceya 2027an serdana Bexdayê bike. Yek ji pirsên giring ên şanda hikûmetê ji bo danûstandinan, dê pirsa damezrandinê be.

Li gorî dûvçûnên Kurdistan24ê û wan zanyariyên ku hatine bidestxistin, sê pirsên taybet bi damezrandinê dê di karnameya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bin. Ya yekem pêk tê ji dabînkirina budce û polên wezîfî ji bo wan fermanberên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrandina wan nekiriye û li ser dahata navxwe mûçeyên wan dabîn dike.

Her wiha damezrandina 16 hezar û 280 derçûyên sêyemînên (sê kesên yekem) zanîngeh û peymangehan, ligel 729 xwediyên bawernameyên bilind. Xala sêyem jî wergirtina polên wezîfî ye ji bo damezrandina fermanberan di sazî û wezaretên din de, bi taybetî di Wezareta Tenduristiyê de.

Li gorî amaran, 86 hezar û 791 fermanber û mamoste hene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de damezrandina wan nekiriye û li ser dahata navxwe mûçeyên wan xerc dike; ji bo vê yekê jî mehane pêwîstiya wan bi nêzîkî 43 milyar dînaran heye.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ji Kurdistan24ê re ragihand, pirsa damezrandina sêyemînan niha li Encûmena Wezîran e û bi awayekî fermî kar li ser tê kirin. Her wiha got: "Wezareta Xwendina Bilind parastina mafê yasayî yê vê beşê dike, ji ber ku damezrandina wan mafekî yasayî ye."

Li gorî amarên Wezareta Xwendina Bilind, hejmara sêyemînên derçûyên salên 2017 heta 2025an gihîştiye 16 hezar û 280 kesan. Herwiha hejmara xwediyên bawernameyên dîploma bilind, master û doktorayê ku heta niha nehatine damezrandin digihe 729 kesan; niha li benda biryara Encûmena Wezîran in, da ku di budceya sala 2027an de polên wezîfî û darayî yên pêwîst ji bo damezrandina wan were dabînkirin.