Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyê deriyekî nû ji bo pirsa Kurd vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Ayşegul Dogan, derbarê "pêşniyazqanûna çarçoveyê" de diyar kir, ev qanûn bi serê xwe pirsa Kurd çareser nake, lê ji bo aştî û demokrasiyê deriyekî giring vedike.
Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe bi civîneke rojnamevaniyê nirxandinên li ser pêvajoya nû û qanûna çarçoveyê parve kirin. Dogan destnîşan kir ku ev pêngav ji bo 86 mîlyon welatiyên Tirkiyê û ji bo pêşeroja jiyana hevpar xwedî wateyeke mezin e.
Dogan diyar kir, ev qanûn di encama muzakere û hevdîtinên demdirêj de pêk hatiye û got: "Em dest bi serdemeke dîrokî dikin. Di sedsala duyemîn a komarê de, em di pêvajoyeke avakirinê de ne. Her çend kêmasiyên vê qanûnê hebin jî, ji bo derfetên erênî destpêkek e. Ev qanûn pirsa Kurd bi yekcarî çareser nake, lê bingeha têkoşîna me xurt dike û deriyekî vedike."
Dogan bal kişand ser giringiya avakirina "lijneyên şopandinê" di nav Meclîsê de û got, ev berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye da ku zemîna demokratîk, mafê zimanê dayikê û azadiya xweîfadekirinê bête dabînkirin.
Berdevka Partiya DEMê got jî: "Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê û ji holê rabûna xetereyan, divê Birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire û şert û mercên wî li gorî vê yekê werin sererastkirin."
Dogan her wiha bang li desthilat û hemû partiyan kir ku dev ji zimanê dijmintiyê berdin û zimanekî aştiyane bi kar bînin.
Rola Herêma Kurdistanê: "mezin, erênî û giring e"
Ayşegul Dogan li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan 24ê ya derbarê rola serkirdatiya Herêma Kurdistanê de ragihand, rola Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de her tim "mezin, erênî û mezin" bûye. Dogan tekez kir ku ew daxwaz dikin ev rola giring a Herêma Kurdistanê di qonaxên bê yên pêvajoya çareseriyê de jî berdewam bike.
Rewşa girtiyên siyasî
Dogan li ser girtiyên siyasî jî axivî û diyar kir ku li gorî vê qanûna çarçoveyê, divê girtiyên siyasî werin berdan. Bi taybetî bal kişand ser wan girtiyên ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê wan de hene û daxwaz kir ku bêyî derengî werin azadkirin.