Perlementareke DEM Partiyê: Projeqanûna Çarçoveyê dê Demîrtaş û Yuksekdag azad bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Perlementareke DEM Partiyê eşkere dike ku Projeqanûna Çarçoveyê dosyeya Kobanê vedigire û dê bibe sedema azadkirina Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji ber ku biryara dadgehê li ser dosyeya wan hêj negihîştiye qonaxa dawiyê.
Perlementara Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Mêral Danîş Beştaş di daxuyaniyekê de ragihand ku Projeqanûna Çarçoveyê ya Proseya Aştiyê, ku pêşkêşî Serokatiya Parlementoya Tirkiyeyê hatiye kirin û ji 12 madeyan pêk tê, dosyeya Kobanê vedigire û tu qedexeyeke siyasî ya nû ji bo Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag çê nake.
Beştaş herwesa got ku li gorî naveroka wê projeqanûnê, ev her du serkirde û cezakiriyên din yên dosyeya Kobanê di derveyî wê cudakirinê de ne ya ku qanûnê diyar kiriye; sedema wê jî bo wê yekê vedigere ku dosyeyên wan hêj pileya dawiyê wernegirtiye û di qonaxa pêdaçûnê de ne.
Wê perlementara DEM Partiyê tekez jî kir ku Dadgeha Pêdaçûnê dikare berî yekalîkirina temam a dosyeyê, biryara azadkirina wan derxîne û piştre dadgeha navxweyî biryara paşxistina cezayê wan li gorî qanûna nû ji bo wan bi cih bîne.
Perlementara navborî ligel navînana Demîrtaş û Yuksekdag wekî rehîneyên siyasî, tekez jî kir ku divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Merovan a Ewropayê bêyî derengketin bên azadkirin.
Dosyeya Kobanê yek ji diyartirîn dosyeyên siyasî yên dîroka hevdem a Tirkiyeyê ye û zêdetir ji 100 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin. Di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hene; ev her du serkirde ji dawiya sala 2016ê ve di zîndanê de ne.
Di meha Gulanê de, dadgeha Tirkiyeyê cezayê 42 salên zîndanîkirinê li ser Demîrtaş û 30 salan jî li ser Yuksekdag birî, belê dosye hêj di qonaxa pêdaçûnê de ye û biryara dawiyê wernegirtiye.
Projeqanûna Çarçoveyê vê dawiyê pêşkêşî Parlementoya Tirkiyeyê hatiye kirin û rêyê dide paşxistina cezayê hin ji zîndaniyan. Tevî biryarên Dadgeha Mafên Merovan a Ewropayê ji bo azadkirina rasterast a Demîrtaş, hikûmeta Tirkiyeyê heta niha amade nîne wê biryarê bi cih bîne.