Hêla Asmanî ya Qeterê geştên xwe bo Hewlêrê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Hêla Asmanî ya Qeterê li roja Şemiya bê geştên xwe ji bo balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr, Behreyn û Kuweytê dest pê dike.
Kompaniya Hêla Asmanî ya Qeterê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, biryar e li roja 8ê Tebaxa 2026ê, ku dibe roja Şemiyê, geştên asmanî bo balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr, Behreyn û Kuweytê bi awayekî asayî dest pê bikin.
Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê yek ji westgehên çalak û girîng ên Iraqê û deverê ye, destpêkirina geştên Hêla Asmanî ya Qeterê di vê dîrokê de dê ji bo zêdetir vejîna astê hatin û çûna asmanî û geştyariyê li Herêma Kurdistanê alîkar be.
Ev jî di di demekê de ye ku li roja Îniyê, 24ê Tîrmeha 2026ê, Hêla Asmanî ya Qeterê ji ber rewşa deverê geştên xwe heta 31ê Tîrmehê ji bo balafirxaneyên Hewlêr, Behreyn û Kuweytê rawestandibûn.