Amirî bo paşxistina bersivdana êrîşên Amerîka û Siûdiyê bangî komên çekdar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedirê bi rêya peyameke vîdyoyî daxwaz ji komên di nav "Miqawemeya Îslamî li Iraqê" de kir ku xwe rabigirin û ji bo berjewendiya bilind a Iraqê, her kiryarekê li dijî êrîşên Amerîka û Erebistana Siûdiyê paş bixin.
Di peyama xwe ya vîdyoyî de, Hadî Amirî banga xwe arasteyî çekdarên girêdayî Miqawemeya Îslamî kir û got: "Ez ji we dixwazim ku hûn ji bo berjewendiya bilind a Iraqê xwe rabigirin û aram bin, herwesa her kiryarekê li beramberî wê destdirêjiya Amerîkayî-Siûdî ya ku Iraq kiribû armanc paş bixin."
Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedirê tekez li ser çareseriya dîplomatîk kir û diyar kir: "Em sozê didin hemî mucahîdan ku em dê bi rêya dîplomasiyê mafên kuştî û birîndaran bişopînin û bi piştevaniya Xudê em dê van hemiyan pêk bînin."
Di dawiya peyama xwe de jî, Hadî Amirî spasiya çekdarên di nav Miqawemeya Îslamî ya Iraqê de kir û ew wekî "birayên leheng" bi nav kirin.
Çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê duhî (Pêncşem, 6ê TEbaxa 2026ê) ragihand ku biryara bilindkirina asta amadebaşiya ewlehî û şer ji bo hêzên ewlehî û leşkerî ji aliyê Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî ve, ji bo hebûna gef û metirsiyên komên milîs li ser Erebistana Siûdî û Amerîkayê vedigere.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku zanyarên hewalgirî hene ku komên milîs ên girêdayî "Eniya Miqawemeyê" di demên bê de êrîşî ser berjewendiyên Erebistana Siûdiyê bikin, wekî bersivek ji bo wan êrîşên hefteya borî yên li ser hêzên Heşda Şebî û komên Eniya Miqawemeyê hatibûn kirin.
Navborî eşkere jî kir ku pêştir wan koman ragihandibû ku piştî bidawîbûna merasîma Çiliya Îmam Husên dê bersiva êrîşên Erebistana Siûdiyê bidin; ji ber wê jî hêzên ewlehiyê li navxweya Iraqê ketine rewşa amadebaşiya temam.