Berdevkê PDKê: Hewlên me yên ji bo pêkanîna hikûmetê û aktîvkirina parlamenê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, hewldanên wan ên ji bo komkirina aliyên siyasî û derbaskirina astengiyên li pêşiya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê berdewam dikin. Herwiha derbarê rewşa Kerkûkê de hişyarî da û got: “Divê siyasmedar bi zimanekî wiha biaxivin ku nebe sedema alozî û tevliheviyê.”
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevaniyê de behsa pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên bi aliyên din re kir. Mihemed destnîşan kir ku PDK ji piştî hilbijartinan ve hewl dide hemû aliyan bîne cem hev û got: "Em dixwazin ew astengiyên li pêşiya aktîvkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hene, nemînin. Ev daxwaza welatiyan e ku baweriya xwe dane me û em jî dixwazin vê baweriyê bi cih bînin."
Derbarê civînên bi aliyên siyasî re, Mehmûd Mihemed diyar kir ku ew naxwazin civîn tenê "ji bo civînê" bin û got: "Ya girîng ew e ku civîn encamekê bidest bixin. Divê em peyamekê bidin xelkê Kurdistanê û bi kiryarî gavan biavêjin. Pêşniyara Serok Barzanî ji bo şikandina qeşaya siyasî bû. Piştî wê pêşniyarê, me serdana hemû aliyên ku amade bûn civînê bi me re bikin, kir. Niha jî em li benda rêkxistinekê ne da ku civînekê bi encam pêk bînin."
Berdevkê PDKê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Parêzgarê Kerkûkê û helwesta fermî ya partiya xwe aşkere kir. Mihemed got: "PDK bawer dike ku Kerkûk bajarekî bi nasnameyeke Kurdistanî ye, lê di heman demê de bajarê pêkvejiyana hemû pêkhateyên neteweyî û olî ye. Divê xelkê Kerkûkê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa bajarê xwe bidin."
Mehmûd Mihemed rexne li daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê girtin û got ku ew axaftin ne bi berjewendiya rewşa niha ya bajêr e û ne jî li gorî nêrîna aliyên siyasî ye.
Mihemed herwiha hişyarî da û got: "Pêwîst e her siyasetmedarek li Kerkûkê bi zimanekî wiha biaxive ku nebe sedema ajawayê û aramiya bajêr têk neçe. Kerkûk di nav neîstîqrariya Iraqê de, her tim faktoreke girîng a aramiyê bûye. Ji ber vê yekê, her gotinek ku li ser çarenivîsa Kerkûkê tê gotin, divê berê bi hûrî lêkolîn li ser hatibe kirin, nexasim ji bo kesên ku di postên berpirsiyariyê de ne."