SAMER: %77 ê dengdêrên CHPê avakirina Partiya Nû erênî dinirxînin
Diyarbekir (K24) - Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Samerê li ser helwesta dengdêrên CHPê yên derbarê avabûna Partiya Nû de raportek amade kir û di raportê de, %77 ê kesên di dema borî de dengê xwe daye CHPê avakirina Partiya Nû wek pêşhatek gelek erênî dinirxînin.
Ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Samerê ve navbera 27ê Tîrmehê û 3yê Tebaxê de, bi 800 kesên ku di hilbijartina dawiyê de dengê xwe daye CHPê re raportek derbarê avabûna Partiya Nû de hat amadekirin.
Di raporta ku bi dengdêrên li 17 bajaran dijîn re hatî amadekirin de, tê pirsîn ka ew avabûna Partiya Nû çawa dinirxînin û %77 ê dengdêran dibêjin ku ew vê pêşhatê gelek erênî dibînin.
Di parek din de tê pirsîn ku îhtîmala dengdana we bo Partiya Nû çiqas e û %82 yê pişkdaran dibêjin ku teqez ew dê dengê xwe bidin Partiya Nû. Di raportê de %74 ê pişkdaran dibêjin ku ew dê dengê xwe nedin partiyek derveyî Partiya Nû an jî CHPê.
Di raportê de pirs û bersiva herî balkêş ew e ku tê pirsîn; heger hûn dengê xwe bidin partiyek derveyî Partiya Nû û CHPê, wê ew partî kîjan be. %56 ê pişkdaran dibêjin: DemPartî.
Dîsa ji pişkdaran tê pirsîn ka gelo ji bilî avakirina partiyek nû ti rêbazek din hebû û %87 ê pişkdaran dibêjin ku ji bilî avakirina partiyek nû, ti rêbazek din nebû.
Derbarê vegera bo CHPê jî ji pişkdaran tê pirsîn ka gelo ew pêşbînî dikin ku kesên Partiiya Nû damezirandine dîsa vegerin CHPê û %51 dibêjin na û 31 jî dibêjin erê.