Li Kobaniyê qedexeya derketina derve ya demkî hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Ewlehiya Hundirîn a Helebê bi armanca "dabînkirina aramiyê" li bajarê Kobaniyê, qedexeya derketina derve ragihand. Ev biryar piştî aloziyên li herêmê û êrişên li ser kurdên vegeriyane Serê Kaniyê hat girtin.
Fermandariya Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Helebê şeva borî 10ê Tebaxa 2026an daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji bo parastina ewlehiya giştî û çespandina aramiyê, li bajarê Kobaniyê qedexeya demkî ya derketina derve û hatûçûnê hatiye sepandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar heta agahdarkirineke din di meriyetê de dimîne. Fermandariyê bang li welatiyên Kobaniyê kir ku pabendî rênimayan bin û bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin da ku rê li ber her cure alozî û pirsêwiyan bê girtin.
Piştî belavbûna hêzên ewlehiyê li nav bajêr, Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a Helebê Eqîd Mihemed Abdulxanî serdana Kobaniyê kir û li avahiya Rêveberiya Ewlehiyê ya Kobaniyê bi serokên beşan re civiya. Abdulxanî di peyama xwe de bal kişand ser serweriya dewletê û wiha got: "Alaya dewleta Sûriyeyê û saziyên wê xeta sor in, em rê nadin kes destdirêjiyê li ser bike. Erkê me parastina sivîlan û saziyên dewletê ye. Em ê li Kobaniyê ewlehiyê pêk bînin û li gorî qanûnê li pey kesên ku êrişî saziyan kirine bin."
Ev biryar di demekê de tê, duh piştî gihîştina karwana yekem a koçberên kurd bo Serê Kaniyê, li nav bajêr êriş û destdirêjî li ser welatiyên vegeriyane hat kirin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand, ew bi nîgeranî rewşê dişopînin û hikûmeta Şamê, tîmê serokatiya Sûriyeyê û saziyên ewlehiyê yên herêmê wek berpirsyarên sereke yên van binpêkirinan dibînin. Komîteyê destnîşan kir ku ev êriş dijî "Peymana 29ê Kanûna Duyem" in ku ji bo vegera koçberan hatibû îmzekirin.
Ji aliyê din ve, li bajarê Qamişlo, Kobaniyê û çend deverên din ên Rojavayê Kurdistanê welatiyan li dijî tevger û êrişên "Erebên hawirde" (yên li herêmê hatine niştecîkirin) derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan.