Îsmaîl Qaanî li Bexdayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt Bexdayê û li ser mijara çekên komên çekdar û hinardekirina petrola Iraqê bi serkirdeyên Şîe re civiya.
Jêderekî agahdar ragihand, Qaanî bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê û fermandarên komên çekdar re zincîreyek civîn pêk anîne. Hat diyarkirin ku Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, yek ji wan kesên sereke bû ku bi Qaanî re rûniştiye.
Li gorî zanyariyan, guftûgoyên Qaanî li ser du dosyayên sereke ne: Çarenivîsa çekên komên çekdar û hinardekirina petrola Iraqê di Tengava Hurmizê re.
Mijara çekên komên çekdar wekî yek ji mijarên herî hestiyar li pêşiya hikûmeta Iraqê tê dîtin. Aliyên siyasî roja 30ê Îlonê wekî "moleta dawî" diyar kirine ku divê hemû çek bikevin bin kontrola dewletê û saziyên fermî.
Pêştir "Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê" hişyarî dabû ku piştî vê dîrokê, her çalakiyeke çekdarî ya li derveyî çarçoveya dewletê, dê wekî "kiryara terorîstî" were hejmartin. Di vê çarçoveyê de, hêzên ewlehiyê yên Iraqê ketine rewşa amadebaşiyê û hemû destûrên efser û fermandaran hatine betalkirin.