Ewlehiya Navxwe ya Helebê qedexeya çûnûhatinê li Kobaniyê rakir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiya Navxwe ragihand, piştî arambûna rewşê û kontrolkirina aloziyên li Kobaniyê, qedexeya hatûçûnê hatiye rakirin. Di aloziyan de 19 endamên ewlehiyê birîndar bûn û 7 kes jî hatin girtin.
Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Helebê îro 11ê Tebaxa 2026an bi daxuyaniyekê ragihand, operasyonên wan ên li bajarê Kobaniyê bidawî bûne. Hat diyarkirin ku ji ber vegera aramiyê, qedexeya hatûçûnê ya ku hatibû sepandin, hat rakirin.
Ev biryar qedexeyê piştî wê hat, duh piştî gihîştina karwanê yekem ê koçberên kurd bo Serê Kaniyê, li nav bajêr êriş û destdirêjî li ser welatiyên vegeriyane hat kirin.
Piştî êrişên "Erebên hawirde" yên li Serê Kaniyê li dijî koçberên kurd ên vegeriyane, li Kobaniyê û çend bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê hatin kirin.
Li Kobaniyê, komek ciwan li ber avahiya Ewlehiya Giştî civiyan. Di dema xwepêşandanê de alozî derketin. Xwepêşanderan daxwaz kirin ku qanûn li dijî êrişkarên li Serê Kaniyê were cîbicîkirin û jîngeheke ewle ji bo vegera koçberan were amadekirin.
Mazlûm Ebdî: Veger bi hemahengiya bi Şamê re bûye
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrişên li ser malbatên kurd ên ku vedigeriyan Serê Kaniyê û herêmên xwe şermezar kir. Ebdî aşkere kir ku vegera van malbatan bi hevahengiya bi dewleta Sûriyeyê re pêk hatiye.
Ebdî got ku ew têdigihe "hêrsa kolana kurdî", lê bang li gel kir ku bi sebir û aram bin, rêzê li saziyên sivîl û ewlehiyê bigirin û ji kiryarên neberpirsyarane dûr bikevin. Herwiha tekez kir ku ew bi aliyên peywendîdar re di têkiliyê de ne, da ku êrişkar werin darizandin.