Rêber Ehmed: Enfalê nekarî vîna gelê me bişikîne; parastina qewareya Herêmê erkê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera 43an a jenosîda Barzaniyan de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, Enfalê nekarî îradeya gelê kurd bişikîne û tekez kir ku qewareya Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e.

Îro 11ê Tebaxa 2026an, di bin dirûşma "Mirinek ji bo mayîna niştiman de", merasîma salvegera 43an a Enfala Barzaniyan hat lidarxistin. Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser karesata komkûjiya 8 hezar mirovên bêguneh.

Rêber Ehmed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jenosîda Barzaniyan di dîroka hevçerx de yek ji mezintirîn komkujiyan e û wiha got: "Enfal hewleke neserkeftî bû ji bo ji navbirina nasnameya gelê Kurdistanê, lê vîna gelê me bi ser ket. Îro dema wê ye ku em destê wan dayik û xwîşkên mezin maç bikin, yên ku piştî şehîdbûna bav, hevjîn û birayên xwe, mîna mêran li ber xwe dan û nifşek perwerde kirin ku îro li dijî tarîtî û zilmê têkoşînê dikin."

Wezîrê Navxwe tekez kir, hikûmet bi biryar e bi hevkariya hikûmeta federal û navendên navdewletî, gorên bikom vekin û termên şehîdan vegerînin Kurdistanê. 

Ehmed spasiya Serok Mesûd Barzanî kir û got: "Bi hewildanên cenabê Serok Barzanî heta niha termên zêdetirî 700 şehîdan hatine vegerandin. Serok nîşanî me da ku em Enfalê nekin kîn û tolhildan, lê bikin bingeha biratî û lêborînê. Her wiha wî ev dosye bir navendên navdewletî da ku wek jenosîd were naskirin."

Di dawiya gotara xwe de, Rêber Ehmed hişyariyeke tund da wan kes û aliyên ku dixwazin destwerdanê di qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê de bikin: "Ez bi bîra wan tînim ku ev qeware û saziyên wê bi xwîna enfalkiriyan û şehîdan hatine avakirin û bi destê Pêşmergeyan hatine parastin. Em ê bi her awayî û bi xwîna xwe parastina şerayeta ax û qewareya xwe bikin û rê nadin tu kes metrsiyê bixe serê."