Wezîrê Navxwe: Bexdayê qurbaniyên êrişên ser Kurdistanê qerebû nekirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed rexne li hikûmeta Bexdayê girt ku ji bo qerebûkirina ziyandîtîyên êrişên dronî û mûşekî ti gavên pratîk navêtiye. Ehmed her wiha ragihand, bêyî garantiya ewlehiyê, kompanyayên petrolê dest bi berhemanînê nakin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 11ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyekê de bal kişand ser mijarên qerebûkirina welatiyan, parastina kêlgehên petrolê û pêşeroja peywendiyên bi Hevpeymaniya Navdewletî re.
Rêber Ehmed derbarê qerebûkirina welatiyên ku di êrişên dronî û mûşekî de ziyan dîtine, aşkere kir ku wan raporeke bi hûrgilî li ser qebareya ziyanên gihîştine Herêma Kurdistanê amade kiriye û pêşkêşî hikûmeta federal a Iraqê kiriye.
Wezîrê Navxwe di vê mijarê de rexne li Bexdayê girt û got: "Bexdayê heta niha ji bo qerebûkirina van welatiyan ti gaveke pratîk navêtiye û tenê di asta sozan de maye."
Parastina kêlgehên petrolî û sîstema parastina asmanî
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Rêber Ehmed behsa rawestandina berhemanîna petrolê ji aliyê kompanyayên biyanî ve kir destnîşan kir, sedema rawestandinê "gefa ewlehiyê" ye ku ji nav xaka Iraqê ve tê ser Herêma Kurdistanê. Herwiha bang li Serokwezîrê Iraqê kir ku sînorekî ji van gefan re deyne, ji ber ku bêyî ewlehiyeke bihêz, kompanya naxwazin dest bi kar bikin.
Derbarê dabînkirina sîstemên parastina asmanî de, Wezîrê Navxwe wiha got: "Em bi kompanyayan û Serokatiya Erkanê ya Artêşa Iraqê re di guftûgoyên berdewam de ne. Ji ber ku hikûmeta federal bi xwe nikare kêlgehan biparêze, soz daye ku rê bide kompanya bi xwe sîstemên parastina asmanî û dijî-dronan bînin. Ji bo birêvebirina vê pêvajoyê, dê hevahengiyek di navbera saziyên Herêmê û hikûmeta federal de were avakirin."
Guherîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêber Ehmed behsa peymana di navbera Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û diyar kir, di qonaxa bê de erkê hevpeymaniyê bidawî dibe û peywendiyên Iraqê bi Amerîka û welatên Ewropayê re dê bibe "peywendiyeke dualî". Ehmed tekez kir ku ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo civaka navdewletî xaleke gelekî girîng e.