Cotkarekî Germiyanê du cûnên herî baş ên xurmeyan berhem tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarekî deşta Germiyanê karî gumanên li ser çandina cûnên herî baş ên xurmeyên cîhanî birand û îsbat kir ku axa Kurdistanê bo çandina van berheman gelek guncayî ye, û niha rûberê projeya xwe ji çend doneman bo zêdetirî 70 doneman berfireh kiriye.
Beriya sê salan, gava Diyarî – cotkarekî deşta Germiyanê – bi hezaran şitilên xurmeyên hawirdekirî li kenarên rûbarê Sîrwanê çandin, hinek kes keniyan û guman hebûn ku cûnên herî baş ên wekî "Berhî" û "Mecdûl" di keşûhewaya Kurdistanê de bijîn. Lê îro ew dar gihîştine berhemê û wî cotkarî projeya xwe gelek berfirehtir kiriye.
Diyarî di destpêka projeya xwe de nêzîkî 5000 şitilên xurmeyan ji welatê Îmaratê hawirde kiribûn. Wî ji Kurdistan24ê re ragihand ku projeya xwe ji du heta sê doneman bo nêzîkî 70 heta 71 doneman berfireh kiriye, ku niha 3500 heta 4000 darên gihîştî di hembêza xwe de digire. Bi hesabkirina şitil û pîzên nû, hejmara giştî ya darên wî gihîştiye zêdetirî 20.000 darên xurmeyan.
Ev cotkar dibêje ku niha pirsgirêka wî ya herî mezin ne ew e ka gelo dar dijîn an na, belkî kêmbûna rûberê zeviyê ye bo çandina wan hemî şitilên nû yên ku zêde bûne. Serkeftina vê cerbandinê tenê li Germiyanê nemaye, belkî li devera Kesnezanê ya Hewlêrê û deverên Mexmûr, Mûsil û Kerkûkê jî encamên gelek baş hebûne.
Ji bilî aliyê çandiniyê, armanceke aborî jî ya Diyarî heye. Wî bal kişand ser wê yekê ku berê xurmeyên cûnên Berhî û Mecdûl ên hawirdekirî li bazarên Hewlêrê bi 15.000 heta 20.000 dînaran dihatin firotin, lê ew dixwaze bi berhemê navxweyî nirxê wê daxîne bo 5,000 dînaran.
Diyarî li ser vê yekê jî got: "Bo çi divê em pareyekî ewqas zêde bidin? Eger em xurmeyan li vê derê berhem bînin, em dikarin nirxê wan gelek kêm bikin û hewcedariya me bi hawirdekirinê namîne."
Di vê projeyê de feyde ji teknolojiya "çandina şaneyî" (Tissue Culture) hatiye wergirtin, ku rêyeke pêşketî ye û li welatên erebî jî serkeftineke mezin bi dest xistiye. Diyarî li wê bawerê ye ku ev dibe sedema nûjenkirina kerta xurmeyan li Herêma Kurdistanê û Germiyanê dike navendeke bihêz a berhemanîna xurmeyan li deverê.