Iraq, Urdin, Sûriye û Herêma Kurdistanê pirsa parastina sînoran nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Urdinê civîneke leşkerî ya bilind di navbera artêşên Iraq, Urdin, Sûriye, Hêzên Pêşmerge û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) de hat lidarxistin. Ew civîn bi armanca pêşxistina hevahengî û hevkariya leşkerî, guhartina zanyarên hewalgirî û bicihanîna planên hevpar bo parastina sînoran li dijî gefên ewlehiyê hat lidarxistin.
Di vê civîna girîng de Serokê Erkanê Artêşa Iraqê, Fermandarê CENTCOMê, Serokê Desteya Erkanê Hevpar a Urdinê, Serokê Desteya Erkanê Giştî yê Artêşa Sûriyeyê, tevî Wezîrê Pêşmerge û Serokê Erkanê Pêşmerge amade bûn.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yehya Resûl di ragihandinekê de diyar kir ku ew civîn di çarçoveya bihêzkirina peywendiyên leşkerî û çespandina asoyên hevkariyê de hatiye kirin; bi taybetî li bin ronahiya guherîn û aloziyên lezgîn ên deverê bo parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hevpar.
Yehya Resûl da zanîn jî ku pişkdarên wê civînê nîqaş li ser gelek dosyayên girîng kirine, di serî de jî ewlehiya deverê, parastina sînoran û rûbirûbûna mezinbûna gefên li ser sînoran. Herwesa tekez li ser giringiya bilindkirina asta hevahengiyê, veguhastina ezmûn û zanyaran, û bihêzkirina amadekariyên hevpar bo rûbirûbûna zehmetiyên ewlehiyê yên niha û paşerojê hat kirin.
Pişkdarên wê civînê tekez kir ku parastina sînoran, ewlehî û serweriya welatan pêdivîtî bi hevahengiyeke berdewam di navbera dezgehên leşkerî û ewlehiyê de heye. Di eynî demê de wan bal kişand ser giringiya berfirehkirina warên hevkarî û hevahengiyê bo bihêzkirina şiyanên berevaniyê û amadehiya operasyonan li deverê.
Di peywendiyeke cuda de di çarçoveya wê civînê, Serokê Erkanê Artêşa Iraqê ligel Fermandarê CENTCOMê civiya û tê de guhertinên herî dawiyê yên ewlehiya deverê û rêyên berfirehkirina bizavên hevpar bo xizmeta ewlehî û aramiya deverê nîqaş kirin.