CENTCOM: Me keştiyek li Deryaya Omanê ji kar xist

Navenda Nûçeyan - CENTCOMê ragihand ku hêzên wan bi rêya helîkoptereke cengî bi du mûşekên "Hellfire" odeya motora keştiyeke bazirganî ya Panamayê li Deryaya Omanê kirin armanc û ji kar xistiye, piştî ku wê keştiyê bizav kiribo ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê binpê bike.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) CENTCOMê îro (Sêşem, 11ê Tebaxa 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku hêzên Amerîkayê sîstema arsteya keşitiya bazirganî ya bi navê "M/V Vela Nova" pûç kir û ji kar xist. Hat diyarkirin jî ku alaya Panamayê li ser wê keştiyê bû û berê xwe dabû benderên Îranê daku dorpêça fermî ya Amerîkayê ya li ser Tehranê binpê bike.

CENTCOMê ron jî kir ku helîkoptereke cengî ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê ji cûnê "MH-60", piştî ku desteya sivîl a wê keştiyê çend hişyariyên fermandariyê piştguh xistin, du mûşekên Hellfire arasteyî odeya motora wê keştiyê kirin. Bi vê armanckirinê ew keştî ji kar ket û geşta wê ya bo Îranê hat rawestandin.

CENTCOMê amarên nû yên çalakiyên xwe belav kirin û ragihand ku ji bo parastina dorpêçê, rêya 55 keştiyên bazirganî guhartiye ku xwestibû dorpêçê bişkînin, 3 keştî bi temamî ji kar xistine û bo pişknîn û piştrastbûnê çûne ser 2 keştiyên din jî.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê tekez jî kir ku hêzên Amerîkayê bo bicihanîna fermanan li Rojhilata Navîn di bilindtirîn asta amadebaşiyê de ne.