KCK: Qanûna çarçoveyê bêyî Ocalan dê mirî bimîne

Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan - Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mistefa Qeresû tekez kir ku derketina qanûna çarçoveyê bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê bêyî rola çalak a Abdullah Ocalan ti encamekê nabe û dê mirî bimîne.

Wî berpirsî eşkere jî kir ku her çend amadekirina qanûna çarçoveyê bo pêvajoya çareseriyê piştî sal û nîvekan ji bangewaziya aştiyê gavaneke girîng e, lê piştguhxistina rewşa Abdullah Ocalan wekî serokê şanda danûstandinan mezintirîn kêmasiya nav reşnivîsê ye.

Qeresû tekez jî kir ku ti gavên pêvajoyê bêyî pişkdariya çalak û rasterast a Ocalan bi ser nakevin, ji ber ku bêyî rêberiya wî ti çekdar an kadroyekî PKKê gavên yekalî naavêje.

Navborî ron jî kir ku tenê Ocalan dikare dawiyê bi qonaxa çekdarî bîne û destpêka qonaxa siyasî rabigihîne, lewma pêdivî ye di naveroka wê qanûnê de rola wî wekî hevahengîkarê aştiyê bi zelalî bê bicihkirin.

Di berdewamiya gotinên xwe de Qeresû destnîşan kir ku divê ew pêvajo tenê di çarçoveya çekdanînê de neyê kurtkirin, belkî bibe destpêkek bo çareseriya siyasî û qanûnî ya pirsa Kurdan, ku dîroka wê vedigere 100 salan.

Li gorî baweriya wî berpirsî, ev qanûn wê demê digihe encameke rastîn gava ku li gel wê gavên cidî bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, azadiya dîtin û nerînan û rêxistina siyasî bên avêtin, wekî din qanûn dê mirî bimîne.

Perlamentoya Tirkiyeyê li roja Duşemê, 10ê Tebaxa 2026ê, piştî danûstandinên berfireh, projeqanûna "Bihêzkirina piştevaniya nîştimanî û hevgirtina civakî" xist dengdanê. Ji nav 562 perlemanterên amadebûyî, 468 perlemanteran dengê "belê" da projeyê, 88 perlemanteran jî dengê "nexêr" da û şeş dengên bêalî (vala) jî hebûn.

Pejirandina vê qanûnê piştî salekê ji karê berdewam ê Komisyona Pêvajoya Çareseriyê tê, ku tê de guhdariya nêzîkî 140 kesatiyan hatibû kirin û çend civînên taybet hatibûn kirin. Ev projeqanûn ji 12 madeyan pêk dihat û li bin navê "Pêşniyara qanûna bihêzkirina piştevaniya nîştimanî û hevgirtina civakî" hatibû pêşkêşkirin.