Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê: Hikûmeta Iraqê pabendî dabînkirina mûçeyan e

Mezher Mihemed Salih
Mezher Mihemed Salih

Navenda Nûçeyan - Şêwirmendekê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku mûçe hatine dabînkirin û bi hemî şiyanan ve karkirina ji bo dabînkirina wan berdewam e, herwesa ron jî kir ku krîza neqdî (ya pereyan) di encama aloziyên herêmê û şerê Tengava Hurmizê de çê bûye, ku rê li ber hinardekirina petrolê girtiye.

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: "Krîzeke neqdî heye û ev krîza darayî di encama siyasetên herêmê de çê bûye. Şerê Tengava Hurmizê bûye sedema girtina rêyê li hinardekirina petrolê, ji ber ku nêzîkî 85% ji petrola Iraqê di wê tengavê re derbaz dibe û Asya jî 70% ji wê petrolê bi kar tîne."

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê diyar jî kir ku bûdceya welat bi rêjeya 90% pişta xwe bi dahata petrolê girê dide. Heke dahat dakeve di bin 10% de, valahî çê dibe. Mezintirîn xerciyên welat jî mûçeyên fermanberan di hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de mûçeyên xanenişînî û çavdêrên civakî ne.

Salih ron jî kir: "Xerciya me ya mehane 8 trîlyon dînar e û ev jî debara nêzîkî 10 milyon kesî dabîn dike, ku dahatê ji hikûmetê werdigirin." Wî tekez jî kir ku dabînkirina mûçeyan pirseke exlaqî û nîştimanî ye û ew bizavê dikin ku xwarin û mûçeyên zêdetirî 40 milyon welatiyên Iraqê mehane bên dabînkirin.

Li dawiyê jî Salih destnîşan kir ku hikûmet û Serokwezîr nûneriya gel dikin û avakirina dewletê li ser bingeha qanûnê ye. Wî piştrast jî kir ku mûçe hatine dabînkirin û bizavên temam bo berdewamiya belavkirina mûçeyan berdewam in.