Zeydî: Heta yekê Cotmehê ti hêzeke biyanî li Iraqê namîne

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li Bexdayê civiyan û pirsa bidawîanîna erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê nîqaş kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, li Bexdayê civiyan.

Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, Zeydî û Brad Cooper tekez li ser lihevkirineke tam û dawiyê bo bidawîanîna erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî kir, li gorî wê lihevkirina ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê bo Waşintonê di Tîrmeha borî de hatibû kirin.

Zeydî amaje bi wê yekê jî kir ku "roja yekê ya meha Cotmeha bê, dê bibe rojeke nû di dîroka dewleta Iraqê de, ji ber ku Iraq dê ji her hebûneke leşkerî ya biyanî vala bibe û serweriya xwe ya nîştimanî li ser tevahiya axa xwe dîsa bi dest bixe, her wiha dê li ser avakirina şiyanên xwe yên ewlehî û leşkerî jî berdewam be, bi rengekî ku bikare aştî û aramiya xwe biparêze."

Navborî daxwaza pabendbûna bi prensîbên destûrê û wan bingehên neguher ên ku dewlet li ser hatiye avakirin, her wiha parastina berjewendiyên bilind û arastekirina şiyanên kur û keçên gel ber bi avakirin, avedankirin û pêşxistinê kir.

Serokwezîrê Iraqê behsa wê yekê jî kir ku Iraqê îro pêdivîtî bi bizavên tevahiya kur û keçên xwe heye, bo avakirina aboriyeke bihêz, dewleteke aram û paşerojeke baştir bo nifşên pêşerojê.

Zeydî tekez jî kir ku kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve li gorî qanûnê hemiyan diparêze, desthilata dewletê û serweriya wê bihêz dike, ewlehî û aramiyê misoger dike û şertekî bingehîn e bo veguhestina Iraqê ber bi qonaxeke nû ya pêşxistinê ve.

Her wiha her du aliyan tekez kir ku peywendiyên navbera Iraq û Amerîkayê ber bi hevahengî û hevkariyê ve di warên aborî, pêşxistin û ewlehiyê de pêngavan diavêjin, li ser bingeha rêzgirtina hevpar a serweriya dewletê û berjewendiyên hevpar ên her du welatan.