CENTCOM: Me li Tengava Hurmizê rêya 59 keştiyên bazirganî guhertiye

Navenda Nûçeyan - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan bi rêya balafirên cengî li ser bicihanîna dorpêça "Dîwarê Polayîn" li dijî Îranê berdewam in û amarên nû yên astengkirina keştiyan belav kirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê ragihand ku balafira cengî ya Amerîkayê ya "F/A-18" ji ser keştiya balafirhilgir a "USS George H.W. Bush (CVN 77)" firiyaye, di demekê de ku ew keştî bi merema piştevanîkirin û bicihanîna dorpêça bi navê "Dîwarê Polayîn" a li dijî Komara Îslamî ya Îranê li nav avên herêmê digere.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê amarên nû yên çalakiyên hêzên xwe belav kirin û ragihand ku hêzên wan ên deryayî rêya 59 keştiyên bazirganî guhartiye ku xwestine dorpêçê bişkînin, 3 keştiyên ku zêdegavî kiriye bi temamî ji kar xistine, û çûne ser 2 keştiyên din ên bazirganî bi merema pişkinînê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî her îro di tora “Truth Social”ê de nivîsî: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi temamî kontrol li ser Tengava Hurmizê heye. Ez bawer dikim ku em dê vê kontrolê biparêzin, dorpêça me ya deryayî ji aliyê hemî kesî ve bi 'Dîwarê Polayîn' tê binavkirin û tiştek nîne ku Îran karibe dijî wê bike."

Serokê Amerîkayê êriş kir ser şiyanên leşkerî û ewlehî yên Îranê û got: "Wan ne hêza deryayî heye û ne jî hêza asmanî, leşkerên wan ên mayî jî bê mûçe mane; artêşa Pasdaran bi temamî hatiye şikandin û di revê de ye, serkirdetiya wan jî di rewşeke nediyar de ye."

Trump di derheqa rewşa darayî ya Tehranê de ragihand: “Ti pereyên wan nînin û welatê wan ketiye, yekane tiştê ku wan heye nûçeyên têkder û sexte ne û rêjeya enflasyona Îranê gihîştiye 300% û roj bi roj xirabtir dibe. Îran tenê deng e û ti kiryar nînin û êdî ne zordarê Rojhilata Navîn e.