Şandeya DEM Partiyê: Piştî civîna bi Erdogan re divê em hevdîtinê bi Ocalan re bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, beriya hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re daxuyanî dan. Şandeyê diyar kir ku bi pejirandina qanûna nû re qonaxeke dîrokî dest pê kiriye û divê di demeke herî nêz de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, îro 13ê Tebaxê li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Beriya hevdîtinê, her du siyasetmedaran pirsên rojnamegeran bersivandin û nexşerêya qonaxa nû nirxandin.
Buldan: 'Em ê daxwazên civakê bînin ziman'
Pervîn Buldan destnîşan kir ku ev hevdîtin piştî pejirandina "Qanûna Çarçoveyî" ya li Meclisê gelekî girîng e. Buldan diyar kir ku ew ê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav bikin.
Buldan got: "Bi vê qanûnê re em derbasî qonaxeke nû dibin. Divê pêvajo bi lez bibe û dem neyê windakirin. Piştî vê hevdîtinê, divê em di demeke herî zû de biçin Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Her wiha em ê li ser avakirina desteyên Meclisê bi Birêz Numan Kurtulmuş re jî bicivin."
Buldan her wiha bal kişand ser mijara berdana girtiyan û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: "Em ê her mijarê, di nav de rewşa Selahattîn Demîrtaş jî, bi berfirehî nîqaş bikin."
Sancar: 'Aştî pêwîstiya wê hiqûqê heye'
Mîthat Sancar jî bal kişand ser zemîna hiqûqî ya aştiyê û destnîşan kir ku aştî rêyeke dirêj e û got: "Ji bo ku em li ser vê rêyê bi saxlemî bimeşin, pêwîstiya me bi qanûnan heye. Qanûna Çarçoveyî gava yekem a hiqûqa aştiyê ye. Ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, divê 'desteyên pispor' bên avakirin û qanûn bikeve meriyetê. Em ê pêşniyarên xwe yên di vê barê de pêşkêşî Serokkomar bikin."
Şandeyê da zanîn ku heta niha plansaziyeke zelal ji bo serdana girava Îmraliyê tune ye, lê ev hevdîtina bi Erdogan re, dê bibe bingehek ku ew di demeke nêz de biçin Îmraliyê. Sancar her wiha got ku ew li bendê ne piştî rapora MGKê û girtina gavên îdarî, pêvajo bi fermî bê sazûmankirin.
Tê payîn ku encamên vê hevdîtina girîng di saetên pêş de bi daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re bên aşkerekirin.