Şaneya Ewlehiyê ya Iraqê di derheqa êrîşa Hewlêrê de ronkirnek da
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mein ragihand ku ti nîşan tune ne ku êrîşa dronî ya li ser Hewlêrê ji nav axa Iraqê hatibe kirin û got: "Hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê berdewam e."
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mein îro Înî, 14ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê di derheqa êrîşa vê sibehê ya li ser Hewlêrê diyar kir ku lêkolîna bilez û zelal li ser wê êrîşê dest pê kiriye û heta niha ti nîşan nehatine tomarkirin ku ew êrîş ji nav axa Iraqê û parêzgehên cîranên Herêma Kurdistanê yên wekî Neynewa an parêzgehên din hatibe kirin.
Seid Mein ron jî kir ku lêkolîn berdewam e û niha ew di qonaxa komkirina agahiyan de ne, lê encamên destpêkê wan gotegotan piştrast nakin ku ew êrîş ji nav axa Iraqê ve hatibe kirin.
Di derheqa hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê de, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê got: "Proseya hevahengiyê berdewam e. Şaneya Ragihandina Ewlehiyê pareka Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e û di wê çarçoveyê de hevahengiya me ligel hêzên Pêşmergeyan heye."
Seid Mein tekez jî kir: "Herêma Kurdistanê pareka veneqetandî ya Iraqê federal e, ji ber wê jî hikûmeta federal bi zelalî tekez kiriye ku ti êrîşek ji bo ser parêzgehên Herêma Kurdistanê nayê qebûlkin."