19 sal di ser teqînên Giruzêr û Sîba Şêxidir re derbaz bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Li sala 2007ê, rêxistina El Qaîdeyê bi çar tankerên tijî teqemeniyên TNTyê êrîşî komelgehên Giruzêr û Sîba Şêxidir kir û bi sedan kes bûn qurbanî. Kurdistan 24 çîroka Mamê Yûsif Cazo vedigêre, ku heşt kes ji malbata wî şehîd bûn û di jiyana xwe de du fermanan dîtine, ku niha di nav jiyana koçberiyê de li kampa Êsiyanê ya qezaya Şêxanê dijî.
19 sal derbaz bûn, lê Mamê Yûsif Cazo heta niha jî birîndarê kesûkarên xwe ye. Di teqînên Giruzêr û Sîbayê yên sala 2007ê de, 321 kes şehîd bûn, ku heşt ji wan zarok û endamên malbata wî bûn. Çend bîstên kêm ên wê karesatê jiyana wî ji bo heta hetayê guherand û heta îro jî êş, jan û bîranînên wan ji bo Mamê Yûsif derdekî giran in.
Piştî heşt salan ji wê karesatê û hêj birîna yekê sax nebûyî, di sala 2014ê de terorîstên DAÎŞê êrîşî ser Şingalê kir û fermana duyê çê bû. Mamê Yûsif ket ber vê fermanê jî, mal û axên xwe hiştin û ev zêdetirî 12 salan e ku ew koçber û derbider e. Di temenê xwe yê 68 saliyê de, wî du ferman di jiyana xwe de dîtine ku her yek ji ya din giranter bû.
Di dîroka Êzidiyan de 74 ferman û bizavên qirkirinê çê bûne, di her fermanekê de şehîd, girtî û malwêranî hebûne, xelk hatine derbiderkirin û bizavên berdewam ji bo nehêlana nasname û hebûna wan hatine kirin, lê Êzidî û Êzîdxan man, dimînin û li ser jiyanê berdewam in.