PDK-S: Sûriyeya paşerojê divê li ser bingeha hevpariya hemû pêkhateyan ava bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) encamnameya civîna xwe roja 12ê Tebaxa 2026an li bajarê Qamişloyê belav kir û diyar kir, di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pêvajoya lihevhatinê ya li Tirkiyeyê û pêşeroja miletê Kurd li herêmê hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniyên, civînê bi firehî li ser qanûna nû ya parlamentoya Tirkiyeyê rawestiya ku berdewamiya proseya lihevhatina di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de ye. PDK-Sê bal kişand ku ev qanûn dê bandoreke rasterast li ser pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê bike.
PDK-Sê helwesta desthilatdariya nû ya Sûriyeyê bi erênî nirxand û bal kişand ser giringiya Biryarnameya Serokatiyê ya bi jimara 13an a sala 2026an. Herwiha tekez kir ku divê ev biryarname di destûra nû ya welat de bê cihkirin, da ku mafên rewa yên gelê Kurd bên mîsogerkirin.
Herwiha hat gotin: "Ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, pêdivî bi diyalogeke berdewam û hevahengiya bi Şamê re heye ku mafên Kurdan wek pêkhateyeke resen û hevparîyeke rasteqîn di sîstemê de garantî bike."
PDK-Sê rola PDKê û Serok Mesûd Barzanî ya di piştgiriya doza Kurd de bilind nirxand û serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Sûriyeyê, wek "werçerxaneke dîrokî" binav kir û diyar kir ku ev serdan bû sedem ku hikûmeta Şamê zêdetir giringiyê bide doza Kurd. Herwiha hildana Alaya Kurdistanê cara yekem di dîroka Sûriyeyê de di dema pêşwaziya fermî de, wek destkeftiyekî giring nirxand.
Di derbarê karûbarên navxweyî yên Kurdan de, PDK-Sê bang kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bê xurtkirin û şêwazê xebata wê bê nûjenkirin. Herwiha tekez kir ku yekrêziya helwesta Kurdî û diyaloga navxweyî ji bo parastina berjewendiyên bilind ên miletê Kurd di qonaxa bê de stratejîk e.
Di beşeke din a daxuyaniyên de hat diyarkirin ku divê Sûriyeya paşerojê dewleteke demokratîk, federal û pirreng be ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev û hevpariya hemû pêkhateyan (Ereb, Kurd, Tirkmen û Suryan-Aşûrî) ava bibe.