Serokwezîrê Iraqê 16ê Tebaxê li PDKê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdetî, kadro û cemawerê PDKê kir. Zeydî di peyama xwe de amaje da dîroka siyasî ya PDKê û tekez li ser girîngiya karê hevpişk ji bo parastina serwerî û tenahiya Iraqê kir.
Peyama Serokwezîrê Iraqê:
"Em xweşiktirîn pîrozbahiyan û hêviya serkeftinê arasteyî serkirdetî, kadro û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, bi helkefta salvegera 80ê ya damezrandina partiya wan, her wiha em daxwaza serkeftina berdewam ji bo wan dikin.
Di vê bîranînê de, em dîroka siyasî ya PDKê û pişkdariyên wê yên neteweyî di jiyana neteweyî de ligel hêzên siyasî yên din ên Iraqê bilind dinirxînin. Em tekezê dikin li ser berdewambûna karê hevpişk, ji bo çespandina perensîpê hevpişkiyê di welat de, bihêzkirina tenahiyê, parastina yekparçeyî û serweriya Iraqê û avakirina paşerojekê ku hemî daxwazên pêkhateyan bi cih bîne."
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja 16ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin. Ev partî yek ji partiyên sereke û diyar ên meydana siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.