Ofîsa Yasayî ya ENKSê: Endamên me ji aliyê PYDê ve rastî gefan tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Yasayî ya ENKSê ragihand, endam û parêzerên wan ji aliyê berpirs û medyayên ser bi PYDê ve rastî gefan tên. ENKSê destnîşan kir, ew van binpêkirinan wekî "sûc" dibînin û dê li pêşberî dadgehên peywendîdar dozê li dijî berpirsyaran vekin.

Ofîsa Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) îro 16ê Tebaxa 2026an, daxuyaniyek belav kir û nîgeraniya xwe ya kûr li ser zêdebûna gefên li dijî endamên xwe anî ziman.

Di daxuyaniyê de amaje bi du bûyeran hat kirin ku Koordînatorê Giştî yê Ofîsa Yasayî ya ENKSê û endamê Parlamentoya Sûriyeyê Ridwan Sîdo, ji aliyê yek ji fermandarên PYDê ve rastî gefên kuştinê, çêr û sivikayiyê hatiye. ENKSê diyar kir, her çend wan ev mijar gihandine nivîsgeha Fermandeyê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî, lê heta niha ti encam jê derneketiye.

Bûyera din jî, Endamê Desteya Yasayî ya ENKSê Sedad Sîd Mecîd rastî hewildana revandinê ji aliyê asayîşa PYDê ve hatiye û di medyaya civakî de, ji aliyê rojnamevanên wan ve rastî reşkirin û tawanbarkirinê hatiye.

ENKSê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev kiryarên sîstematîk nayên qebûlkirin û got: "Divê her kes zanibe ku êdî dema destdirêjiya ser rûmet û jiyana çalakvanên Kurd bidawî bûye. Herêmên me êdî ne qadên vekirî ne ku tê de çalakvanên ENKSê û pêkhateyên din werin tirsandin."

Ofîsa Yasayî ya ENKSê ragihand, ew hemû gef û binpêkirinan belge û arşîv dikin û ew ê li gorî "Yasaya Sûcên Elektronîk" û " Yasaya Cezayan a Sûriyeyê" li dadgehên peywendîdar, dozê li dijî kesên ku destê wan di van gefan de hene vekin. 

ENKSê di dawiyê de bang li aliyên peywendîdar kir ku bi tundî li dijî van sûcan rawestin û jiyana çalakvanên siyasî û hiqûqnasan biparêzin.