Bin Zayîd û Trump pêşveçûnên dawiyê yên Rojhilata Navîn nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê û Serokê Îmaratê di peywendiyeke telefonî de pêşveçûnên dawiyê yên Rojhilata Navîn nîqaş kirin.
Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid kir.
Di peywendiya telefonî de, her du serokan bal kişand ser aliyên cuda cuda yên hevkarî û karê bikom ê di navbera Îmarat û Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê de û rêyên bihêzkirina wan, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên wan ên hevpar bike.
Her wiha her du aliyan pêşveçûn û guhartinên dawiyê yên Rojhilata Navîn û bizavên di vî warî de hatine kirin nîqaş kirin û dîtin û nerînên xwe li ser wan li hev guhartin.