Zêringerên Diyarbekirê: Em ewlekariyê dixwazin

Diyarbekir (K24) – Jûra Zêringeran a Diyarbekirê ragihandin, ew ê bo 1 rojî kargehên xwe bigirin û armanc ew e ku balê bikêşin ser êrîşên dijî zêringeran. Zêrînger dibêjin êdî hatine wê astê ku nikarin bi awayekî ewle karê xwe bikin û divê li dijî vê rewşê bergiriyên ewlekariyê yên bibandor werin standin, da ku êdî buyerên wisa rû nedin ku ev yek zirarê dide danasîna navê Diyarbekirê jî.

Di demên dawiyê de li Diyarbekirê, li dijî kargehên zêringeran rûdanên wek êrîşên çekdarî, gefxwarin û tundûtûjî zêde dibin. Ji ber ku tevî hemû bangewazî û rûdanan pêşî li bûyerên bi vî rengî nayê girtin jî, Jûra Zêringerên Diyarbekirê biryar da ku wek çalakiyek berteknîşandanê bo 1 rojî li tevahiya bajêr zêringer kargehên xwe bigirin. 

Nûnerên Zêringeran amaje dikin ku divê di vî warî bergiriyên ewlekariyê yên bibandor werin standin, da ku bikaribin di nava ewlehiyê de karê xwe bikin.

Serokê Jûra Zêringeran Ozer Sanal ji Kurdistan24ê re got: “Niha gavên pêwîst têne avêtin, em bi parêzgerî û bi asayîşê re di têkiliyê de ne, em hêvî dikin ku bergiriyên bibandor werin standin, da ku careke din bûyerên wisa rû nedin, ev buyer ji her alîyî ve zirarê didin hemû Diyarbekirê”

Zêringerên Diyarbekirê balê dikêşin ku ew jî naxwazin kargehên wan girtîbin, lê ji bo ku dengê wan were bihîstin serî li rêbazek wisa dane û tînin zimên ku eger pêşî li bûyerên wisa neyê girtin, ev yek dê zirarê bide danasîna navê Diyarbekirê jî rewşa derketî holê qet ne li ser Diyarbekir ve ye.

Zêringer Firat Aydin dibêje: “Em naxwazin li Diyarbekirê bûyerên wisa rû bidin, niha pêvajoyek di meriyete de ye, em dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn.”

Zêringer Mahmut Ak jî got: “Em dixwazin bergiriyên bibandor werin standin, em dixwazin karê xwe nava ewlekariyê de bikin, 26 sal in em karê zêringeriyê dikin, zêringerî pîşeyek hêja ye, em naxwazin van tiştan bibînin.”

Zêringer Vedat Altan got: “Diyarbekir pêş ket, xweş bû, di warê geştiyariyê de pêş ket, lê hinek alî hene dixwazin navê Diyarbekirê reş bikin, em naxwazin wisa bibe.”

Sûka Zêringeran a dîrokî ya Sûra Diyarbekirê di çarçoveya êrîşên dijî zêringeran de girtiye ku ev yek nîşan dide êrîşên ser zêringeran zirarê dide geştiyariya Diyarbekirê jî.