Li bazarên taxan ên Diyarbekirê welatî û firoşkar ji rewşa aboriyê bigilî ne
Diyarbekir (K24) – Li Bazarên meywe û sebzeyan ên Diyarbekirê de welatî jî û firoşkar jî ji rewşa aboriyê bigilî ne ku tê amajekirin bênavber zam tê ser fêkî û sebzeyan û ev yek dibe sedem welatî nekaribin bi dilê xwe danustanê bikin. Firoşkar jî dibêjin, ji ber ku wek berê nikarin fêkî û sebze bifiroşin ev yek dibe sedem ku nekaribin dahatek berketî bi dest bixin.
Li Diyarbekirê bi salan e esnafên bazarên gerok ên meywe û sebzeyan her roj li taxekê radiwestin û fêkî û sebzeyên xwe difiroşin. Taybetmendiya bazarên fêkî û sebzeyan di destpêkê de ew bu ku li gorî marketên mezin erzan bûn û kesên dahata wan kêm ên nedikarîn ji marketan danustanê bikin berê xwe didan bazarên taxan. Lê niha bihabûn gihiştiye bazarên taxan jî û welatî ji vê yekê bi gilî ne ku ji ber bihabûnê û daketina hêza kirrînê nikarin danustanek têra pêdiviya xwe bikin.
Welatî Zekî Ender-: “2 kîlo xox, 1 kîlo îsot û 3 kîlo firingî 200 lîre, biha ye nayê kirrînê û tikes jî nayê rewşa vê bazarê napirse.”
Welatî Recep Tekîn: “Ez gundî me, ji gund hatime, min 2 kîlo standiye û ezê bibim mala xwe,”
Welatî Mustafa Adar: “Ez 76 salî me, min tiştek wisa neditiye, heta ku dizî û talan hebe jî xilas nabe. Ji serê sibê ve 1100 lîreyê min çu hîn jî tûrikê min tije nebûye.”
Firoşkarên fêkî û sebzeyan jî didin zanîn ku karê wan ne wek berê ye û gelek caran berhemên wan di destê wan de dimîne. Firoşkar balê dikêşin ku êdî dahata wan têra debara wan nake û wisa bidome jî wê rewş xiraptir bibe.
Firoşkar Metîn Çelîk-: “2016an de ez salekî şixulîm min zêrê xwe stand û ez zewicîm, niha ez dikim û nakim çiqasî dişixulim deynê min xilas nabin, fatura înternetê 1000 lîre hatiye min betal kir, binerin ez tenê hestî mame.”
Firoşkar Omer Erûh: “Biharê 30 lîre bu niha 50 lîre ye, ji ber ku bo ziwakirinê distînin biha zêde dibe.”
Firoşkar Abdulhalîm Yilmaz: “Ez berê diçum halê min berhem distand pere zêde dima destê min de niha ez diçim ez deyndar derdikevim.”
Piraniya meywe û sebzeyan %100î zêdetir biha bûne û tê amajekirin ku sedema sereke jî zêdebûna bihayê sotemeniyê ye.