Lîstikvanên Kerkûkê bi şanoya "Selma"yê tevlî Festîvala Rûsyayê dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Şanoyê ya Hewarê ji bajêrê Kerkûkê, bi nûneratiya Iraq û Herêma Kurdistanê, bi şanoya "Selma"yê tevlî Gera 8ê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya “Ostrovsky-Fest”ê li bajarê Kineshmayê yê parêzgeha Îvanovoyê ya welatê Rûsyayê dibe.
Derhênerê Şanoyê Nejad Necim îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand ku ev cara yekê ye komeke şanoyê ya kurdî bi kincên neteweyî tevlî Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ya “Ostrovsky-Fest”ê dibe û bi zimanê kurdî berhema xwe pêşkêş dike.
Nejad Necim da zanîn jî ku şanoya "Selma"yê behsa komkujiya Enfalê û koçberiya xelkê Kurdistanê dike, her wiha destnîşan kir ku texta wê ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsîn, karê sînografî û derhênanê jî ji aliyê wî ve hatine amadekirin, Hawar Faris lîstikvana sereke ye, dekorsaz û teknîkkar Berhem Yasîn e, karê mûzîkê Aras Salih e û karê ragihandinê yê berhemê jî ji aliyê Elî Aras ve tê birêvebirin.
Ev festîval dê heta 24ê vê mehê berdewam be û pêşbirk û xelat jî di nav de hene.