Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî ragihand, ti niyeteke wan a avakirina bingeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li firokxaneya Ebû Zuhûrê nîn e û daxuyaniyên Îsraîlê yên di vî warî de bi tundî red kirin.

Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî ji malpera "Axios"ê re diyar kir, firokxaneya Ebû Zuhûrê berî ku rastî êrîşa Îsraîlê were, ti komkirineke leşkerî ya Tirkiyeyê lê nebû. Şeybanî got: "Ti niyet ji bo avakirina baregeheke Tirkî li wir nebû. Ne hebûneke leşkerî ya mayînde û ne jî belavkirina hêzên Tirkiyeyê li wî cihî di rojevê de ye."

Şeybanî bal kişand ser wê yekê ku ew firokxane di dema êrîşê de "hema hema vala" bû û ji ber ku karên nûjenkirinê hîn nehatibûn temamkirin, ji bo xebatê ne amade bû. Herwiha destnîşan kir ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê xwe naspêrin ti hinceteke rewa û got: "Me ji aliyê Îsraîlî re zelal kiribû ku ti komkirineke leşkerî ya Tirkiyeyê li firokxaneyê nîne."

Ev daxuyaniyên Şeybanî piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatin. Netanyahu duh di hevpeyvînekê de ragihandibû ku wan ji ber "cîgirbûna hêzên Tirkiyeyê" êrîşî bingeha Ebû Zuhûrê ya li nêzîkî Helebê kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê got jî, Tirkiye dixwest li bingeheke nêzîkî sînorê xwe bicih bibe û wan peyama "nekin" gihandibû Enqereyê, lê ji ber ku guh nedane wan, bi rêya êrîşê bersiv dane. 

Netanyahu her wiha Sûriye tawanbar kiribû ku bi rêdana ji bo cîgirbûna hêzên biyanî "peymana ewlehiyê ya navbera wan" binpê kiriye û Tel Evîv rê nade ti gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî.