Li Zaxoyê yekemîn Pêşangeha Markayên Kurdî hat vekirin

Zaxo (K24) – Bi beşdariya 65 kompanya û markayên navxweyî, li bajarê Zaxoyê yekemîn pêşangeha taybet a markayên Kurdistanê hat vekirin. Armanca pêşangehê naskirin û bazarkirina berhemên navxweyî yên Kurdistanê ye.

Pêşangeh li herêma geştiyarî ya "Gundê Sipî" li Zaxoyê hat vekirin û tê de gelek cureyên berhemên xwarinê, pîşesazî û destkarî yên herêmî tên nîşandan. Ev çalakî dê 11 şevan berdewam bike û derfetê dide karsaz û kompanyayên Kurd ku berhemên xwe rasterast pêşkêşî welatiyan bikin.

Rêkxerê pêşangehê Behmen Macid derbarê giringiya vê çalakiyê de ragihand, 65 markayên cuda beşdar in û got: "Armanca me ya sereke ew e ku em nîşan bidin ku li Kurdistanê berhemanîna navxweyî di asteke bilind de ye. Ev pêşangeh ji bo bazarkirina van markayan li seranserî Kurdistanê platformeke giring e."

Xwediyê kargehê Mihemed Rustem jî, ku bi berhemên xwe yên wekî şîrînahî û çerezan beşdar e, bal kişand ser kalîteya berhemên navxweyî û got: "Em giringiyeke mezin didin berhemên xwe yên herêmî. Hemû karên me ji aliyê karker û kargehên me yên li vir ve tên encamdan. Ev pêşangeh ji bo me fersendek e ku em pêwendiyên xwe bi bazirgan û xerîdaran re xurt bikin."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyeke xurt dide berhemanîna navxweyî. Armanc ew e ku piştî dabînkirina pêwîstiyên navxweyî, ev berhem ji bo parêzgehên naverast û başûrê Iraqê û heta ji bo welatên Ewropayê jî werin hinardekirin.

Di pêşangehê de berhemên cuda yên wekî dondirme, tehîna Barzan, şîrê Akrê û gelek cureyên xwarinên Kurdî tên pêşandan ku bala welatiyan û geştiyaran dikşînin. Her wiha di çarçoveya pêşangehê de çalakiyên hunerî jî tên lidarxistin.