Li Dihokê mizgefteke 800 salî tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê ya Dihokê bi piştgiriya darayî ya hikûmeta Almanyayê, dest bi projeya nûjenkirin û parastina mizgeft dîrokî ya 800 salî û kaniyekê li nahiyeya Zawiteyê kir.

Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê ya Dihokê bi hevahengiya ligel rêxistina "Lotus Flower" û bi fînansekirina hikûmeta Almanyayê, di çarçoveya projeya "Pere li hember Kar" de, dest bi nûjenkirina şûnwarekî giring ê serdema Atabegan li devera Zawiteyê kir.

Tê payîn ku ev proje 40 rojan berdewam bike. Di vê heyamê de tîmên pispor û şûnwarnas dê kar li ser paqijkirin, pişkinîn û ji nû ve avakirina dîwarên mizgefta kevnar bikin. Armanc ew e ku nexşe, kevir û dîzayna mizgeftê ya berî 800 salan wekî xwe were parastin û ji herikîn û xerabûnê were rizgarkirin.

Ev proje ne tenê ji bo parastina mîrasa dîrokî ye, lê di heman demê de derfeteke aborî ye jî. Di çarçoveya projeyê de ji bo 30 ciwanan, derçûyên beşa şûnwarnasiyê û xelkê deverê derfeta kar a demkî hatiye afirandin. Bi vî rengî, beşdar hem dahatekê bidest dixin, hem jî di warê nûjenkirina zanistî ya şûnwaran de dibin xwedî ezmûn.

Li kêleka mizgeftê, kar li ser paqijkirin û nûjenkirina kaniya li teniştê jî tê kirin ku di raboriyê de çavkaniya sereke ya ava xelkê deverê bû. Ev pêngav beşek e ji bernameya Kabineya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku giringiyê bide kerta geştiyariyê û van şûnwarên dîrokî wekî navendên balkêş ji bo geştiyar û dîroknasan amade bike.