Girtina ava Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve bû sedema kêmiya avê li Qeladizê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Îslamî ya Îranê ji şeva borî ve ava Zêyê Biçûk li ser Herêma Kurdistanê girt. Ji ber vê yekê, dabînkirina ava vexwarinê ji bo navenda bajarê Qeladizê rawestiya.

Îranê bi rêya Bendava Koleseyê ya li sînorê Serdeştê, herikîna ava Zêyê Biçûk rawestand. Ev pêngav bû sedema krîzekê di Projeya Ava Xas de, ku ev proje ava zêdetirî %80ê şêniyên navenda bajarê Qeladizê dabîn dike.

Birêvebirê Dabeşkirina Ava Qeladizê Marif Mehmûd, îro 22ê Tebaxê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji serê sibê ve me nekarî avê li ser taxên Qeladizê dabeş bikin. Ji ber ku Îranê av girtiye, asta avê pir daketiye û tîmên me niha mijûlî çêkirina berbestên demkî ne da ku asta avê bilind bikin û bikaribin pompeyan bixebitînin."

Mehmûd diyar kir, ev pirsgirêk salane bi taybetî di vî werzî de rû dide. Got jî, tê payîn di nava çend saetên bê de, piştî temambûna berbestê û komkirina avê, dabeşkirina avê ji nû ve dest pê bike.

Tevî ku Îranê av girtiye jî, Marif Mehmûd ragihand, ji ber barana baş a îsal, çavkaniyên navxweyî yên ku dirijin nav Zêyê Biçûk têrê dikin. Herwiha got: "Rêjeya baranê îsal pir baş bû, lewma em pêşbînî dikin ku şêniyên Qeladizê îsal tî nemînin. Em dikarin ji serçaviyên navxweyî pêwîstiyên xelkê dabîn bikin."

Fermangeha Ava Qeladizê jî bi daxuyaniyekê welatî agahdar kirin ku ji ber girtina avê ji aliyê Îranê ve, xebatên Projeya Ava Xas bi awayekî ji nişka ve rawestiyane. Fermangehê daxwaz ji welatiyan kir ku avê zêde xerc nekin, heta ku pirsgirêk bi temamî were çareserkirin.

Îran salane ji bo tijekirina bendavên xwe, di werzê Havînê de ava ku diçe Herêma Kurdistanê dibire yan jî kêm dike, ku ev yek zirarên mezin digihîne çandinî û jiyana rojane ya welatiyên deverê.