50 milyon lître benzîn gihîşt Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – 50 milyon lître benzîna "Super" ji Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê hat hawirdekirin. Hevdem Parêzgarê Hewlêrê ragihand, dabeşkirina benzîna bi piştgiriya hikûmetê (750 dînarî) berfireh dibe û sîstema kartan (kobon) dîsa dikeve warê cibicîkirinê.

Kompanyayeke mezin îro 22ê Tebaxa 2026an, 50 milyon lître benzîna "Super" ji Tirkiyeyê derbasî Herêma Kurdistanê kir. Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê da zanîn, ev benzîna kalîtebilind dê li ser benzînxaneyan were dabeşkirin. Bi gihîştina vê benzînê re, bihayê lîtreya benzîna Super li hinek westgehan daketiye 1900 dînarî.

Ji aliyê din ve, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re aşkere kir, ji îro ve proseya dabeşkirina benzîna bi piştgiriya hikûmetê bi nirxê 750 dînarî berfireh dibe. Xoşnaw diyar kir, ev benzîn dê li 25 heta 35 westgehên Hewlêrê were dabeşkirin û kerta wergirtina sotemeniyê (kobon) dîsa tê aktîfkirin.

Li gorî plana parêzgeriyê, îro sîstema kartan bi awayekî ceribandinê dest pê dike û ji roja yekşemê ve dê prose bi temamî bibe elektronîk. Tîmên Wezareta Samanên Sirûştî û Rêvebirîya Petrol û Kanzayan dê berdewam çavdêriya wêstgehan bikin, da ku kalîte were parastin û qerebalixî çênebe.

Derbarê şêwazê dabeşkirinê de, Umêd Xoşnaw da zanîn ku tu lîsteyeke diyarkirî ya benzînxaneyan nayê belavkirin; şofêr dikarin li gorî tabiloyên li ber benzînxaneyan (yên ku benzîna hikûmetê didin) sotemeniyê wergirin.

Di qonaxa yekem de, ji bo otomobîlên taybet heftane beşek benzîn hatiye diyarkirin. Lê belê parêzger destnîşan kir ku ew hewl didin ji bo otomobîlên taksî pişka benzînê zêde bikin û heftane du beşan bidin wan, da ku zirar negihîje debara jiyana wan a rojane.