Li Herêma Kurdistanê birincê reş û sor hat berhemanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarekî kurd li devera Barzanê piştî sê salan ji ceribandinê, bi ser ket û cara yekem li ser asta Herêma Kurdistanê birincê reş û sor berhem anî.
Cotkar Hesen Mela Mûsa, îro 23ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, wî beriya sê salan wekî ceribandin dest bi vî karî kiriye. Wî bîrokeya vî karî ji welatê Çînê girtiye û tovê her du cureyên birinc jî ji wê derê aniye.
Hesen Mela Mûsa got: "Beriya sê salan min 150 kîlogram tovê birincê reş û 150 kîlogram tovê birinca sor ji Çînê anî. Tevî ku min guman hebû ku gelo axa Kurdistanê ji bo van cureyan guncan e yan na, lê encam pir serkeftî bû. Awa û xaka Barzan ji bo vî cureyê birinc gelekî guncayî derket."
Amaje bi wê jî kir, ev birinc di meha Gulanê de tê çandin û piştî 5 mehên xwedîkirinê, di meha Cotmehê de tê dirûn. Her wiha pêdiviya wî bi avê, mîna birincê asayî ye.
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê cureya birinc ew e ku bi temamî xwezayî ye. Di dema çandin û geşebûna wî de ti kîmyewî yan gubreyên destkird nayên bikaranîn. Hesen Mela Mûsa destnîşan kir ku rengê birinc bi xwezayî wisa ye û di dema pijandinê de pêdivî bi ti biharat an rengdêran nîne.
Ji aliyê tenduristiyê ve jî, ev birinc wekî "dermanekî xwezayî" tê binavkirin. Li gorî şîretên bijîşkî, birincê reş û sor ji bo kesên nexweşiya şekir, tansiyona bilind û penceşêrê bi wan re heye, gelekî bikêrhatî ye. Nexweşên şekir ên ku nikarin birincê spî bixwin, dikarin bi rehetî vî birincî bixwin.
Hesen Mela Mûsa aşkere kir, her çend kîloya tovê birincî ji Çînê bi 40 dolaran li ser wî rawestiyaye jî, lê niha ew berhema xwe di bazarê de kîlo bi 6 hezar dînaran difiroşe. Niha salane nêzîkî 1 heta 2 ton birinc berhem tîne û bi rêya torên civakî firotina wê dike.
Hesen Mela Mûsa amadehiya xwe nîşan da ku bibe alîkarê cotkarên din û tov û şîretan bide her kesê ku bixwaze li devera xwe vî birincî biçîne. Her wiha wî mizgînî da ku di dema bê de dixwaze tovê "birincê kesk" jî ji Çînê bîne û li Kurdistanê biceribîne.
Çandina birincên rengîn li Kurdistanê gaveke nû ye, ji ber ku ev cure bi gelemperî li welatên wekî Çîn û Taylandê tên çandin. Ev di demekê de ye ku li Herêma Kurdistanê îsal li ser zêdetirî 20 hezar donim zevî birinc hatiye çandin û tê pêşbînîkirin ku berhema îsal bigihîje 25 hezar tonan.