Hewlêr.. Projeyeke stratejîk cadeyên 120 û 150 metrî bi hev ve girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya stratejîk a ku her du cadeyên bazneyî yên 120 metrî û 150 metrî li Hewlêrê bi hev ve girê dide, gihîştiye qonaxên dawî. Hat ragihandin ku %65ê karên projeyê hatine temamkirin û di destpêka meha Mijdara îsal de dê bikeve xizmeta welatiyan.

Ev proje ku di çarçoveya geşepêdana jêrxana Hewlêrê de bi rêya cadeyeke 60 metrî tê cîbicîkirin, di qonaxa dawî de ye. Tevî ku ji bo temamkirina wê 450 roj hatibûn diyarkirin, lê ji ber leza karkirinê, proje dê pir zûtir ji dema xwe ya diyarkirî bi dawî bibe.

Endezyarê serperştê projeyê Eyûb Kakella ji Kurdistan24ê re ragihand: "Dirêjahiya vê cadeyê 6 hezar û 450 metre ye û rûberê qîrkirina wê nêzîkî 21 hezar metre çargoşe ye. Di nav projeyê de dîwarên piştgir bi dirêjahiya 525 metreyan û kanalîzasyonê sindoqî bi dirêjahiya 1319 metreyan têne çêkirin."

Kakella herwiha da zanîn, ev proje metirsiya çêbûna lehiyê li devera navborî kêm dike, ji ber ku tora kanalîzasyonê û dabeşkirina avê jî di nav de hatiye cîbicîkirin.

Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî diyar kir ku ev cade ne tenê ji bo trafîkê ye, lê belê dê bandoreke mezin li ser geşedana bajêr jî bike. Hadî got: "Ev cade dê hêsankariyeke mezin ji bo wan welatiyên ku li wê deverê xwedan erd in bike, da ku di demeke nêz de karibin dest bi avakirina xaniyên xwe bikin."

Ev projeya stratejîk li ser budçeya Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê bi zêdetirî 36 milyar dînaran tê cîbicîkirin. Niha karên ronahîkirinê, hêlkariya trafîkê û danîna bariyeran di qonaxa dawî de ne.