Parêzgariya Hewlêrê: Li ser rêya Hewlêr-Koyeyê pireke nimûneyî tê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê diyar kir, di çarçoveya projeya du-sayî ya Hewlêr-Koyeyê de, pireke bi navê "Pira Şoreş" tê çêkirin ku ji aliyê bilindahî û dîzaynkirinê ve li ser asta Kurdistan û Iraqê yekem car e bi vî rengî tê avakirin.
Parêzgariya Hewlêrê îro 23ê Tebaxê ragihand, projeya rêya Hewlêr-Koyeyê yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de tê cîbicîkirin.
Ev pir li nêzîkî gundê Kanî Derbend û li ser rûbara bendava Dêgeleyê tê avakirin. Taybetmendiyên wê yên sereke ev in:
- Pir 250 metre dirêj e û bi şêweyê du-sayîd (çûnûhatin) tê çêkirin. Her aliyekî pirê ji 3 rêyên trafîkê pêk tê.
- Bilindahiya pirê ji rûyê erdê heta cihê gihîştina stûnan 48 metre ye. Ev bilindahî di avakirina piran de li Kurdistanê rekoreke nû ye.
- Di navbera her du stûnan de 80 metre valahî heye. Pir bi şêweyekî "hîbrit" tê avakirin; stûnên wê ji betonê ne û beşê jorîn ê ragirtina rêyê ji asin (steel) tê çêkirin.
Kompanyaya "Ewzan" ku karê cîbicîkirina projeyê di stuyê xwe de girtiye, niha dest bi çikandina stûnên pirê kiriye. Hevdem ligel avakirina pirê, karên li ser rêya du-sayîd ya Hewlêr-Koyeyê jî bi lez berdewam dikin.
Li gorî zanyariyên parêzgariyê, niha li ser 30 kîlometre ji vê rêyê kar tê kirin û heta niha 22 kîlometre ji cadeyê bi temamî hatiye qîrkirin. Ev proje dê bargiraniya trafîkê ya li ser rêya Hewlêr-Koyeyê kêm bike û çûnûhatina welatiyan hêsantir û ewletir bike.