Li Qerehencîra Kerkûkê Festîvala Hejîran dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiyeya Qerehencîrê ya ku dikeve di navbera Silêmanî û Kerkûkê de, festîvaleke taybet a hejîran bi beşdariya dehan cotkar û xwedan karsazan hat lidarxistin.
Festîval bi armanca balkişandina geştiyaran û peydakirina bazareke rasterast ji bo berhemên xwemalî yên cotkarên deverê û herêmên Hewraman û Helebceyê hat organîzekirin. Di festîvalê de zêdetirî 60 kon û stand ji bo cotkaran hatibûn veqetandin.
Di festîvalê de gelek cureyên hencîran hatin nîşandan û gelek kes ji bajarên cuda serdana festîvalê kirin. Cotkarên beşdar diyar kirin ku lidarxistina festîvalên bi vî rengî ji bo naskirin û firotina berhemên wan gelekî girîng e.
Xwediyên baxên hejîran Lavlav Bineyî, Sebah Hacî Zayir û Yequb Mihemed ku di festîvalê de cih girtibûn, kêfxweşiya xwe bi daxwaza welatiyan anîn ziman û dan zanîn ku berhemên îsal tevî hinek guherînên keşûhewayê, hîn jî bi kalîte û tamxweş in.
Tevî ku navê festîvalê ya hejîran bû, lê belê berhemên din ên xwemalî û karên destan jî hatin pêşkêşkirin. Piştîwan Hengwan ku hinguvfiroşekî beşdar e, diyar kir ku ev festîval ji bo wan derfeteke baş e ku hinguvê xwezayî yê herêmê rasterast bigihînin destê xelkê.
Festîvala Hejîran li Qerehencîrê her sal bala geştiyarên ku di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de çûnûhatinê dikin dikşîne û dibe sedema geşbûna aboriya cotkarên deverê.