Peyama Serok Barzanî bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya hatina Cejna Mewlûdê û salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Deqa peyama Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihreban
Bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê Mezin Hezretî Mihemed (silavên Xwedê li ser bin) û Cejna Mewlûdê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku di vê boneya pîroz de, deriyê rehm û bereketa xwe li ber gelê Kurdistanê, Iraqê û hemû mirovahiyê veke. Hêvîdar im ev boneya pîroz aştî, aramî, xêr, xweşî û dadperweriyê ji bo herêma me û hemû cîhanê bi dest bixe.
Wassalamû eleykum we rehmetullahî we berekatuh.
Mesûd Barzanî
11'ê Rebîulewelê ya 1448'an a Hicrî
24'ê Tebaxa 2026'an