Nêçîrvan Barzanî di salvegera Mewlûdê de: Bila ev bîranîn bibe hewêna xurtkirina pêkvejiyan û lêborîniyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera jidayikbûna Pêxemberê Mezin ê Îslamê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û hêvî dike ku ev bîranîna pîroz, xêr, xweşî, aramî û bextewariyê ji bo hemûyan ligel xwe bîne û bibe hewêna xurtkirina giyanê biratî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de.
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Di bîranîna pîroz a jidayikbûna pêşewa û Pêxemberê mezin ê Îslamê Hezretî Mihemed de (silavên Xwedê li ser bin), germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim.
Hêvîdar im ku ev bîranîna pîroz, xêr, xweşî, aramî û bextewariyê ji bo hemûyan ligel xwe bîne û bibe hewêna xurtkirina giyanê biratî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de.
Bila ev boneya pîroz bibe derfetek ji bo nûkirina pêdagirbûna bi peyam û rêkar û nirxên bilind ên Pêxember (s.x.l.) di belavkirina qencî, dadperwerî, aştîxwazî û mirovdostiyê de, da ku bi hev re ber bi paşerojeke ewlehîtir û aramtir gav bavêjin.
Bîranîna Mewlûda Pêxember li hemû aliyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.08.2026 Zayînî
12 Rebîulewwel 1448 Koçî