Peyama Serok Barzanî di salvegera 38emîn a Enfala Badînanê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Badînanê de radigihîne, di berdewamiya zincîra tawanên rejîma berê ya Iraqê de, di navbera 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an de operasyoneke nemirovane û hovane li dijî gund û deverên Badînanê hat kirin ku tê de bi hezaran welatî komkuj û bêserûshûn bûn û bi sedan gund jî hatin wêrankirin. Serok Barzanî her wiha tekez dike ku, erkê li ser milê dewleta Iraqê ye qerebûya wan tawan û binpêkirinan bike."

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di berdewamiya zincîra tawanên rejîma berê ya Iraqê de di sedsala bîstan de, ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an, rejîma Iraqê operasyoneke nemirovane li dijî beşeke mezin a dever û gundên devera serbilind a Badînanê birêve bir. Di wê pilanê de, tawanên kîmyabarankirin, girtin, kuştin, koçberkirina bi zorê û enfalkirina welatiyên bêguneh ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê ve hatin kirin. Di encama wê tawana nemirovane de, bi hezaran welatiyên Kurdistanê komkuj bûn, bêserûshûn û aware bûn, her wiha bi sedan gund jî xapûr û wêran bûn.

Armanca sereke ya rejîmê ji vê tawana mezin; guhertina demografiya Kurdistanê, cîbicîkirina siyaseta axê şewitî û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû. Lê îradeya pola ya gelê Kurdistanê bo man û azadiyê biser ket, û ew dijmin û tawanbar rûxan û bûn pendê rojgarê.

Di salvegera sî û heştemîn a tawana Enfala Behdînanê de, em hezar silavan bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Badînan, Germiyan, Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin. Di vê yada diltezîn de, em radigihînin ku erkê li ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya hemû wan tawan û binpêkirinên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, bike.

Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2026an