Li ser rêya Hewlêr-Koyê bûyereke trafîkê rû da: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kesnezan-Koyê karesateke giran a trafîkê qewimî. Di encama qezayê de heta niha 4 kesan jiyana ji dest daye û gelek otomobîl şewitîne.

Pêşnîvroya îro 26ê Tebaxê, li ser rêya Hewlêr-Koyê kamiyonek ji kontrolê derket û li gelek otomobîlên li ser rê xist. Ji ber lêketina dijwar, di otomobîlan de agir derket û ziyaneke mezin a madî û canî pêk hat.

Şahidekî li cihê bûyerê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Kamiyon bi ser xelk û otomobîlan de çû. Heta niha mirina 4 kesan hatiye piştrastkirin û 7 kes jî birîndar in. Ji ber ku hin otomobîl bi temamî şewitîne, guman heye ku qurbaniyên din jî di nav de hebin."

Li gorî agahiyên ku ji Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê hatine girtin, di bûyerê de polîsekî trafîkê jî bi giranî birîndar bûye. 

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê karesatê. Birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatin rakirin. Hêzên ewlehiyê ji bo destnîşankirina sedema qezayê û hejmara dawî ya qurbaniyan lêkolîneke berfireh dane destpêkirin.