Dr. Dilovan Mihemed: Rewşa sê birîndarên qezaya rêya Hewlêr-Koyê giran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, hûrguliyên dawî yên derbarê rewşa qurbaniyên qezaya giran a li ser rêya Hewlêr-Koyê aşkere kirin û ragihand, kesekî canê xwe ji dest daye û rewşa 3 birîndaran jî giran e.

Dr. Dilovan Mihemed, îro 26ê Tebaxê di konferanseke rojnamevanî de amara dawî ya qezaya pêşnîvroya îro parve kir. Mihemed diyar kir, ji ber dijwariya qezayê, mixabin welatiyekî canê xwe ji dest daye û niha 3 birîndarên din di bin çavdêriya hûr de ne, ji ber ku rewşa wan a tenduristiyê "ne cîgir" e.

Rêveberê Tenduristiyê got: "5 birîndar li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rizgarî ne, ku rewşa yekî ji wan giran e. Herwiha 2 birîndarên din jî ji ber giranî û xeteriya birînên wan, bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava hatine veguhestin."

Dr. Dilovan Mihemed tekez kir jî, li Nexweşxaneya Rizgarî tîmên bizîşkî û bijîşkên pispor demildest ketine tevgerê û her tiştê pêwîst hatiye kirin. Herwiha da zanîn jî, wan ligel Wezîrê Tenduristiyê serdana birîndarên li Nexweşxaneya Rojava kiriye û ji bo başbûna wan hemû derfetên bizîşkî hatine dabînkirin.