Li Ranyeyê di 15 mehên dawî de 45 projeyên xizmetguzariyê hatin cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo xurtkirina binesaziya bajaran, li navçeya Ranyeyê di nav 15 mehan de 45 projeyên cuda bi lêçûna zêdetirî 14 milyar dînar hatin qedandin.

Serokatiya Şaredariya Ranyeyê amarên xebatên xwe yên 15 mehên dawî aşkere kirin. Li gorî daxuyaniya fermî, di vê heyamê de di warên rê û pira, kanalîzasyon, ronahîkirin û kesahiyê de gelek projeyên girîng hatine encamdan.

Serokê Şaredariya Ranyeyê Ehmed Mela Resûl ji Kurdistan24ê re ragihand, lêçûna giştî ya van 45 projeyan zêdetirî 14 milyar dînar e. Resûl diyar kir, armanca wan nûjenkirina rûyê bajêr û xurtkirina binesaziyê ye û got: "Plana me heye ku heta dawiya îsal 10 projeyên din jî bidest bixin."

Di nav 15 mehên borî de, giraniyek zêde hatibû dayîn ser çareserkirina pirsgirêkên çûnûhatinê û metirsiya lehiyê. Zêdetirî 120 hezar metreçargoşe rê hatine qîrkirin. Her wiha 50 hezar metreçargoşe kûçe û kolan hatine betonkirin.

Herwiha ji bo pêşîgirtina li lehiyê, 7.5 kîlometre kanalîzasyona sindoqî û 10 kîlometre kanalîzasyona lûleyî hatine çêkirin.

Ji bo ciwankirina bajêr û zêdekirina qadên bihnvedanê, zêdetir ji 4 hezar û 500 metreçargoşe cadeyên sereke û Parka Derwaze hatine nûjenkirin û ronahîkirin.

Herwiha asta keskahiyê li Ranyeyê gihîştiye %6an. Şaredariyê ragihand ku wan zêdetir ji 200 metreçargoşe qada nû ya kesahiyê amade kiriye, da ku jîngeha bajêr baştir bibe.

Şaredariya Ranyeyê destnîşan kir jî, tîmên wan bi berdewamî di nav kar de ne, da ku xizmetguzariyên bingehîn bigihînin her taxekî bajêr û binesaziya herêmê li gorî pîverên nûjen ava bikin.