Ji bo parastina jîngeh û xwezayê, gundekî Dukanê nêçîrkirin qedexe kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Xelkê gundê Libanê yê ser bi qezaya Dukanê ve, ji bo parastina jîngeh û xwezaya deverê, li dijî nêçîrvanan derketin. Gundiyan biryar dan ku ji niha pê ve li sînorê gundê wan nêçîrkirin bi her awayî qedexe ye û her nêçîrvanekî ku vê biryarê binpê bike, dê radestî polîsan bikin.
Gundê Libanê ku li ser çemê Zêyê Biçûk û di navçeyeke çiyayî de hatiye avakirin, bi dewlemendiya xwe ya balinde û ajalên kûvî tê naskirin. Ev yek jî dibe sedem ku nêçîrvan berê xwe bidin herêmê û ziyanê bigihînin jîngehê.
Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, encûmenek li gund hatiye avakirin. Serokê Encûmena Gundê Libanê Elî Ebdullah ji Kurdistan24ê re got: "Me biryar daye ku nêçîrkirin bi her cureyî qedexe be. Em ê çavdêriya nêçîrvanan bikin û eger em kesekî bibînin, em ê yekser Polîsên Daristan û Jîngehê agahdar bikin."
Biryara gundiyan ji aliyê rayedarên fermî ve jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Berpirsê Polîsên Daristan û Jîngehê yê Pişderê Emîd Cebar Adem spasiya xelkê gundê LIbanê kir û diyar kir ku ev pêngav ji bo parastina xwezayê gelekî girîng e. Adem bang li gundên din jî kir ku bi heman awayî xwedî li xwezaya xwe derkevin, da ku nêçîrvantiya qaçax bidawî bibe.
Di çarçoveya vê biryarê de, wekî nîşaneya destpêkirina vê qedexeyê, gundiyan hejmarek kewên ku ji nêçîrvanan hatibûn standin, di nav çiyayên herêmê de azad kirin û qefesên wan şikandin.
Gundî dibêjin ku Liban gundekî geştyarî ye û divê daristan û zindewarên wê werin parastin, ne ku werin tunekirin.