Cara yekem li Kurdistanê sêva ‘navsor’ hat berhemanîn û daket bazarê
Dihok (K24) – Li herêma Berwarî Bala ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, cureyekî nû yê sêvê ku hundirê wê sor e hat berhemanîn û yekem car e derdikeve bazarê.
Li çar gundên devera Berwarî Bala, piştî xebateke çar salan a cotkaran, cureyekî nû û taybet ê sêvan hat berhemanîn. Ev sêva ku wekî "Sêva Navsor" tê naskirin, ne tenê qalikê wê, lê hundirê wê jî sor e. Cotkarê Celal Elî yê ku ev sêv çandine, diyar dike ku ev cure bi hêsanî xera nabe û tama wê di navbera şîrîn û tirş de ye.
Celal Elî got: "Ev sêv pir bi av e û xwedî taybetmendiyeke taybet e. Hundirê wê ne zer an kesk e, bi temamî sor e û ji bo xwarinê pir bi tam e."
Rêveberê Çandiniyê ya Kanî Masê Ezîz Mihemed Tahir diyar kir, ev sêv beriya çar salan hatine çandin û îsal yekem berhema wan hatiye girtin. Tahir destnîşan kir, li devera Berwarî Bala nêzîkî 300 darên vê sêvê hene û her darek di navbera 20 heta 70 kîloyan berhem dide.
Li gorî gotina berpirsên çandiniyê, ev cure sêv pêwîstiya wê hewayeke sar heye (nêzîkî 700 heta 800 saetan di bin 7 pileyan de) da ku bi awayekî baş bigihe, lewma devera Kanî Masê ji bo vê berhemê cihekî pir guncav e.
Li devera Kanî Masê zêdetirî 10 cureyên sêvan tên berhemanîn. Tê pêşbînîkirin ku îsal berhema giştî ya sêvan li herêmê ji 3 hezar tonî derbas bibe. Rayedarên herêmî û cotkar hêvî dikin ku bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sêva navsor û cureyên din ên sêvên Berwarî Bala ji bo bazarên cîhanê werin hinardekirin.